MENU

Fun & Interesting

BI HALÎL ÇAVGUN RE HÎLWAN GUHERÎ

Mezopotamya Ajansı 2,463 5 years ago
Video Not Working? Fix It Now

Li Navçeya Curnê Reş a Rihayê yek ji pêşengê Serhildanê Xelîl Çavgun, 43 sal berê bi hevkariya dewlet û cerdevên Eşîra Suleyman hat kuştin. Çavkun, 43 sal berê, dema ji bo bîranîna Hakki Karer ê di 18'ê Gulana 1977’an de li Dîlokê hatibû kuştin, xwest li Dibistana Seretayî ya Mustafa Kemal bernameya bîranînê li dar bixe, rarstî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da. Xelîl Çavgun piştî hat kuştin li Curnê Reş (Hîlvan) pêvajoyek nû dest pê kir. Di sala 1979'an de eşîra Suleymaniyan gav paşve avêt û 2 salan bûyer li ser bûyerê pêş ket. Bi vê bûyerê yekemîn çalakiya çekdarî ya Tevgera Kurd pêk hat. Piştî van bûyeran di hilbijartina Şaredariyê de Nadîr Temel bû şaredra û yekem car jin bûn endamên meclîsa şaredariyê. Yek ji şahidê bûyerê ku wê demê 10 salî bû Îhsan Yavuz, li ser pêvajoya serhilada Curnê Reş û Xelîl Çavgun axivî. Yavûz, anî ziman ku wê demê ew zarok bûn û Çavgun pir diçû mala wan. Yavuz, da zanîn ku Çavgun bi sekna xwe û kesayetiya xwe her tim li Hîlwanê bû mînak.

Comment