MENU

Fun & Interesting

Hilo Baze | Baran Dilbuhar Cûdî |Official Music Video © 2022

TEV ÇAND 147,768 3 years ago
Video Not Working? Fix It Now

Hilo Baze | Baran Dilbuhar Cûdî |Official Music Video © 2022 Helbest û Awaz: Baran Dilbuhar Cûdî Xwendina Helbestê: Beşîrê Mele Şîrova Dengbêjî: Xoşnavê Agirî Solo: Lîlav Mensûr Baran Dilbuhar Cûdî Arenje: Hozan Wezîr Îvan Mihemed Kamîra : Roder Hebîb Mihemed Mûsa Deron: Leşger Cûdî Ronahî: Maya Biro Erşîv: Cêma Hesen Montac: Mihemed Mûsa RÊVEBERIYA SOCIAL MEDIA : DELÎL XALID ALL RIGHTS RESERVED ( HUNERGEHA WELAT ) © 2022 Tev-Çand Mezopotamya 2022 -----------Gotinê Stranê---------- HILO BAZE Rewaya dil ji husna te ro li me derket Dunya Gerdûn bû ronahî rewşenî pê ket Taca li ser temberiyê Kesk û Sor vêket Diyare wek şaxê Kovî bi şewq û şewket Du kezyên te reşmarî ne li ber bê ketin Hêzil û Xabûr li pey hev ji jor daketin Bi ser kembera Diclê de xeml û ayetin Bi leme lem û xume xum Robar û Şetin Awir Baza ji dû Belekan Kêl û Tenînê Rim berdane Cerg û Dila ji eşq û evînê Cûdî li te pişt û pale mired heşînê Slopî, Zaxo, Dêrik tên govenda Heftenînê Heftanînê Baz civandin hilo Baze hilo Baze Rizde bi rizde hêlîn çandin hilo Baze ser firaze Li dor Xantûr xwe alandin hilo Baze hilo Baze Sema cengê xweş gerandin hilo Baze ser firaze Baskê Ezîme li pêşe Berê Şivan tim serkêşe Baskê Dîlan her li pêşe Berê Eşref tim serkêşe Gurzek danîn Meta Seyar hilo Baze hilo Baze Gelyê Goya necman dan xwar hilo Baze ser firaze Ji Pisaxa ta Kêşanê hilo Baze hilo Baze Gulî Sindî tên dîlanê hilo Baze ser firaze Girê Sîpan rim baran e hilo Baze hilo Baze Li Partizan mij dûman e hilo Baze ser firaze Baskê Bedran her li pêşe Sadiq Umer tim serkêşe Baskê Yekbûn her li pêşe Berê Ciger tim serkêşe Li Derkarê biryar danîn hilo Baze hilo Baze Binkê Keryareş hilanîn hilo Baze ser firaze Peyê dijmin ketine hev hilo Baze hilo Baze Hespê Tirwadin tên bi rev hilo Baze ser firaze Cûdî Xantûr pişt dane hev hilo Baze hilo Baze Li neyaran xwînîne tev hilo Baze ser firaze Baskê Viyan her li pêşe Bargiran her dem serkêşe Baskê Ristem her li pêşe Berê Esmer tim serkêşe Roja APOyî bilind e hilo Baze hilo Baze Berxwedana mana Kurd e hilo Baze ser firaze

Comment